Hebûna kêf û şahîya me
Evîna li ser dilê me
Girîn, hêvî û birîna me
Her bi te şahnazim Farqîna me
Şahnazî û kêf xweşî bi te
Ev dilême tije birîne li ser te
Heta ebed ewê bidome bo te
Kû roj bê te derbas bin Farqîna me
Ger Adem ji bihûştê dûr bû
Xûrcê wî tije derd û kûl bû
Dûr bûna te her wuha li ba me
Wekî adem u bihûştêye bo me
Kêf, şahî, xweşî û şahnazî
Bi hebûnate li me dike gazî
Daxwaza dawîya jîyana me
Goristan be bo me Farqîna me